Cotmeh 05, 2021 09:12 Asia/Tehran
  • Jikarketina Facebookê bû sedema Zuckerberg 7 milyar dolaran zerar bike

Jikarketina Facebook, Instagram û WhatsApp a seranserê cîhanê 500 mîlyon dolar zirar daye aboriya cîhanî û Facebookê jî ji sedî 7  ji pişka xwe ji dest da. Herwiha xwediyê Facebookê Mark Zuckerberg ji ber vê têkçûnê 7 mîlyar dolar zerar kir.

Têkçûna Facebook, Whatsapp û Instagram bandorek neyînî di borsaya New Yorkê de li ser pişka Facebookê kir, ku her sê platformên medya civakî li xwe digire.

Tevî ku pirsgirêka hersê platformên medyaya civakî berdewam e, hîsseyên Facebookê, yê ku di Endeksa NASDAQê de kar pê tê kirin, ji sedî 7ê nirx xwe ji dest da.

Li gorî daneyên NetBlocks, ku çavdêriya qutbûna gerdûnî ya înternetê dike, tê texmîn kirin ku têkçûna hevdemî ya Facebook, Instagram û WhatsApp di heyama saetekê de 161 mîlyon dolar zirarê da aboriya cîhanî.

Nirxê bazarê yê Facebookê, ku roja Înê 1ê Cotmehê di asta 967 mîlyar dolarî de bû, lê ji ber têkçûna seranserê cîhanê di nav çend saetan de 56 mîlyar dolar heliya.

Herwiha bû sedem ku xwediyê Facebookê Mark Zuckerberg jî 7 mîlyar dolaran zerarê bike. Bi vî awayî, Zuckerberg, ku heta 4 saetan berê jî 5emîn kesê herî dewlemend ê cîhanê bû, lê niha bûye yê 8emîn.

Berpirsê Ragihandinê yê Facebookê Andy Stone, di daxuyaniya xwe ya li ser Twitterê de got, "Em haydar in ku di gihîştina sepana me de pirsgirêk heye. Em dixebitin ku di zûtirîn dem de her tişt vegere rewşa asayî, em ji bo aciziyê lêborînê dixwazin.”

Serepeyv