Medyayan perde ji ser diravşûştina malbata Ilham Eliyêv rakir
Cotmeh 04, 2021 10:42 Asia/Tehran
Projeya cinayeta organîzekjirî û gendeliyê (OCCRP) raporine berfireh derbarê diravşûştina malbata Ilham Eliyêv serokê Komara Azerbaycanê û derdorên wî ji sala 2006an va weşandine.
Li gorî rapora malpera rojnameya Guardian'ê, Ev aşkirakirin ku heyîtiya 35 rêberên niha û berê û 300 kes ji kesayetiyên naskirî yên welatên cûr bi cûr xuya dike, li gorî belavbûna belgeyên çend kompaniyên aborî ye û wek Beelgeyên Badora hatiye binavkirin.
Di vê raporê da yek mînakan, Ilham Eliyêvê serokê Komara Azerbaycanê û malbata wî ye ku bi "Talankirina" heyîtiya neteweyî hatine tawanbarkirin.
Ev belge nîşan didin ku Eliyêv û derdorên wî bi awayekî veşartî zêde ji 400 miliyon pond li Brîtanyayê milk û zevî kirîne.