Cotmeh 03, 2021 17:34 Asia/Tehran
  • Yêrîvan: Tu korîdoreke serbixwe ya derveyî dê li Ermenistanê tunebe

Sekreterê Konseya Ewlehiya Neteweyî ya Ermenistanê ragihand: Komara Azerbaycanê an Tirkiye dikarin cadeyên vî welatî di bin kontrola Yêrîvanê bi kar bînin.

Li gorî rapora Tasnim Newsê, Armen Gerîgoriyan, Sekreterê Konseya Ewlehiya Neteweyî ya Ermenistanê got: Alîkarên serokwezîrê Ermenistan, Rûsiye û Komara Azerbaycanê tenê li dû vekirina riyên veguhestinê li navçeya Qefqaza Başûr in û tu gotûbêjek li ser korîdoran nayê kirin.

Gerîgoriyan her wiha got: Em zêdetir meraq dikin binavahiyên heyî bi taybet riya hesin a Yêrîvan, Tiflîs, Bakû, Rûsiye û her wiha riya hesin a Yêrîvan, Nexcewan û Colfayê bi kar bînin ku hema bêje hewcetiyek bi sermiyandanînê tuneye.

Li gorî vê raporê, Komara Azerbaycanê di hin babetan da derbarê riya bi navê Siyonîkê li başûrê Ermenistanê ku Nexcewanê digihîne KOmara Azerbaycanê, bi Yêrîvanê ra gotûbêj kiriye.

 

Mijara pêkanîna korîdora nû ya bi navê Zengezûrê ji aliyê Komara Azerbaycanê û Tirkiyê di navbera Nexcewan û Komara Azerbaycanê van rojan bûye mijara ciddî li Qefqaza Başûr; Lê rayedarên ûris û ermenî bi caran ragihandiye ku tu gotûbêjek tev aliyên din derbarê derbasgeha serbixwe an nû digel aliyên din nekirine.

 

 

Serepeyv