Îlon 28, 2021 23:39 Asia/Tehran
  • Di navbera Fransa û Yewnanistanê de peymanek dîrokî hate îmzekirin

Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron ragihand ku welatê wî û Yewnanistanê peymaneke hevpar a dîrokî îmze kir. Her wiha destnîşan kir ku Atîna dê 3 keştiyên şer ên nû ji cureya Rafale ji Parîs werbigire.

Li gorî rojnama yewnanî Kathimerini, serokomarê Fransayê Emmanuel Macron û Serokwezîrê Yewnanistanê Kyriakos Mitsotakis, îro li Parîsê peymaneke dîrokî, îmze kir.

Macron got ev peyman, hevkariya di warê ewlehiyê de zêde dike, parastina serwerî û yekitiya her du welatan dike. Her wiha diyar kir ku ev peyman di berevanîya ewropî de pêngaveke girîng e.

Di heman civîna çapemeniyê de piştî merasîma îmzekirinê, Mitsotakis got peyman rê li ber berevaniya ewropî ya serbixwe vedike.

Mitsotakis diyar kir ku ev gav dostaniyê di navbera Yewnanistan û Fransayê de xurt dike, ku çarçoveya Yekitiya Ewropa û NATO`yê derbas dike.

Serepeyv