Îlon 28, 2021 14:39 Asia/Tehran
  • Olaf Scholz: Ez di hilbijartinên Almanyayê de bi ser ketim

Di hilbijartinên Almanyayê de weke beriya 16 salan, dîsa Partiya Sosyal Demokrat (SPD) bi pêşengiya Olaf Sholz derkete pêş û dengên xwe zêde kirin. Olaf Scholz serkeftina xwe ya di hilbijartinan de pîroz dike û tenê gavekê ji posta Serokatiya Hikûmeta Almanyayê dûr e.

Hinek xelkê Almanyayê serokê SPDê Olaf Scholz bi wê yekê bi nav dikin ku hez dike riya Angela Merkelê bigire û şêwazê serokatiya wê ser hikûmetê ji xwe re bike nimûne û hinek jî wî wek kesekî rûtirş binav dikin, beşek jî wek robot bangî wî dikin, wek amajeyekê ku kesayetiyeke sar e. Çi nav an pênase lê bê kirin, niha Olaf Scholz berbijêrê Partiya Sosyal Demokrat, partiya serkeftî di hilbijartinên Parlamenta Almanyayê de, gavekê ji posta serokatiya hikûmeta Almanyayê dûr e.

Berbijêrê Partiya Sosyal Demokrat bo posta Rawêjkarî û serokatiya hikûmeta Almanyayê Olaf Scholz dibêje “Pêwîstiya me bi destpêkeke nû bo Almanyayê heye û pêwîstiya me bi guhertina hikûmetê heye û em dixwazin serkirdayetiya vê hikûmetê ji aliyê Partiya Sosyal Demokrat ve bê kirin.”

Serepeyv