Îlon 25, 2021 13:01 Asia/Tehran
  • Ilham Eliyêv derbarê bikaranîna dronên Rejîma Siyonîst mukur hat

Serokê Komara Azerbaycanê derbarê sûdwergirtina artêşa vî welatî ji dronên Rejîma Siyonîst mukur hat.

Li gorî rapora Mehr Newsê, Ilham Eliyêv di hevpeyîvîna taybet di gel Kovara Berevaniya Neteweyî ya Komara Azerbaycanê da, got: Bakûyê kirrîna dronan (balefirên bêmirov) ji   Rejîma Siyonîst ji zêdetirî 10 s alan beriya niha va dest pê kiriye.

 

Wî got: Me di şerê duyem ê Qerebaxê di gel Ermenistanê di sala borî da dronên û çekên Rejîma Siyonîst bi kar anîn.

 

Ev di halekî da ye ku gelê Komara Azerbaycanê hertim li dijî peywendiya dewleta vî welatî di gel Rejîma Siyonîst ji ber cinayetên vê rejîmê dijî gelê Filistînê ye.

 

 

Serepeyv