Di êrişeke çekdarî de 2 endamên Talîbanê hatin kuştin
Çekdarên nenas êrişî nuqteyeke koma Talîbanê li bajarê Celal Abad ê Efganistanê kir, di encamê de 2 endamên Talîban û sivîlek hatin kuştin.
Li gorî çapemeniya xwecihî, çekdarên nenas êrişî nuqteyeke kontrolê ya li herêma Xewaşek kirin, di êrişê de 2 endamên Koma Talîbanê û sivîlekî ku di wir re derbas dibû, hatin kuştin.
Beriya 3 rojan jî di 3 teqînên li rojhilatê Efganistanê de ku DAIŞ`ê girtibûn ser xwe, herî kêm 2 kes hatibûn kuştin û 19 kesên din birîndar bûbûn.
Roja sêşemê, koma Talîbanê piştrast kir ku DAIŞ li ser Efganistanê ne xeter e û ew dikarin bersiva wê bidin.
Celal Abada Efganistanê ji baregehên sereke ye ku çeteyên DAIŞ`ê lê ne. DAIŞ`ê êrişa 26`ê Tebaxa borî ya li balafirgeha Kabulê girt ser xwe, ku di encamê de zêdetirî 100 kes hatibû kuştin.