Îlon 21, 2021 22:37 Asia/Tehran
  • Di helbijartinên Kanadayê de Trudeau sêyem car bi serket

Serokwezîrê Kanadayê Justin Trudeau sêyem car bi dû hev dibe serokwezîrê welatê xwe.

Duh 20.09.2021ê helbijartinên Parlamenta Kanada birêve çûn û di encamê de Partiya Lîberal a bi serokatiya Justin Trudeau piraniya kursiyên parlamentê bidest xist.

Îro 21.09.2021ê serokê Partiya Parêzgaran (opozîsyon) Erîn O’Toole’u serkeftina serokwezîrê naha yê Kanadayê Justin Trudeau ragehand û got: ‘’Min peyvendî bi Trudeau re pêkaniye û pîrozbahî lê kiriye.’’

Parlamenta Kanada ji 338 kursiyan pêktê û li gor encamên dawiyê yên helbijartinê Partiya Lîberal 154 kursî û Partiya Parêzgaran (Muhafazakar) jî 121 kursî bidest xistine.

Justin Trudeau sala 1971ê li dayîkbûye û sala 2015ê ve du dem li ser hev serokatiya hikûmeta Kanada kir û bi serkeftina vê helbijartinê ve dibe sêyem car serokatiya hikûmetê bidest dixe.

Serepeyv