Îlon 21, 2021 21:48 Asia/Tehran
  • Hewla Darbeyê li Sûdanê bê encam ma

Hejmarek efser û fermandarên hêzên zirhpoş ên artêşa Sûdanê hewldan kudetayekê (darbeyeke leşkerî) pêkbînin, lê şikestin.

Îro 21.09.2021ê efser û fermandaran hewla dest bi ser de girtina radyoya fermî dan, lê hewldana wan têkçû.

Berdevkê encûmena serweriya Sûdanê Mihemed Fekî Silêman di beyanameyekê de ragehand: Kudeta têk çû û hemû karûbar naha di bin kontrolê de ne.

Mihemed Fekî Silêman got: ‘’Demekî kurt de derbarê hewldana darbe û kudateyê û kesên ku plan darêjandine de dest bi lêkolînê dê bû kirin.

Berî naha jî roja 11.04.2019ê artêşa Sûdanê kudeta ragihand û serokê welat Omer Hesen Beşîr li ser kar hat dûrxistin, piştre jî encûmena serweriya Sûdanê hikûmeteke demkî ji bo birêve birina welat pêk anî.

Serepeyv