Îlon 21, 2021 12:12 Asia/Tehran
  • Îro 76mîn civîna Komeleya Giştî ya Netewên Yekbûyî destpê dike

Îro li baregeha sereke ya Netewên Yekbûyî, li bajarê New York ê Amerîkayê, Komeleya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî, bi beşdariya serkirdeyên cîhanê, dest bi danûstandinên astbilind dike, ku heta dema heftiyekê berdewam dibin.

Bidawîanîna bi pandemiya Koronayê, ji nû ve bihêzkirina aboriya cîhanê, rûbirûbûna guherîna keşûhewayê, parastina mafên mirovan û bihêzkirina Rêxistina Neteweyên Yekbûyî, pênc tewereyên sereke yên 76emîn civîna Komeleya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî ne.

Antonio Guterres, Sekreterê Giştî yê Netewên Yekbûyî ragihand: “Cîhana me rûbirûyî astengiyan dibe, ku berê ti carî weke wan nebûye. Ji guherîna keşûhewayê bigire heta digihêje milmilaniyan û pandemiya Koronayê, ku ew tişt armancên geşepêdana berdewam bêhtir ji me dûr dixin. Hêsan e em hêviyê jidest bidin. Lê em ne bê hêvî ne, û ne jî bê çare ne. Rêyeke me ji bo rabûna li ser pêyan heye, eger em bixwazin hilbijêrin.”

Netewên Yekbûyî hewl dide, bi rêya vê civînê, serkirdeyên cîhanê bigihîne xaleke hevbeş ji bo bidawîanînê bi Pandemya Koronayê û avedankirina abûriya cîhanê bi awayekî ku hevala jîngehê be û nebe sedema leza guherîna keşûhewayê.

Îro Joe Biden yekemîn gotara xwe, weke serokomarê Amerîkayê lpêşkêş dike.

Serepeyv