Xwendekarekî li zanîngeheke Rûsyayê di êrîşeke çekdarî de 8 kes kuştin
Komîteya Lêpirsîna Rûsyayê ragehand, li zanîngeha Perm xwendekarekî êrîşeke çekdarî pêkaniye û herî kêm 8 kes kuştin û birîndar kirin.
Li gor daxuyaniya Zanîngeha Perm duh, di avahiya zangehê de kesekî çekdar gulle li derdorê rêşandine, karmend û xwandekaran jî di polên zanîngehê de xwe veşartine.
Li gor dîmenên di çapemeniya Rûsî de cîh girtine, kesên ku di avahiyê de ne xwe ji pencereyan avêtine xwarê û dixwazin birevin, hin ji wan li pêş deriyên polên zanîngehê bi kursiyan asteng çêkirine.
Wezareta navxwe jî ragehand, di êrîşê de kuştî û birîndar hene û piştî bûyerê demekî kurt êrîşkar hatiye kuştin.
Komîteya Lêpirsînê ya Rûsyayê jî ragehand, di êrîşa çekdarî ya li Zanîngeha Perm, herî kêm 8 kesan jiyana xwe ji dest dane û birîndar hene.
Hat ragehandin êrîşkarê ku xwandevanê heman zanîngehê ye hatiye bê bandor kirin û derbarê bûyerê de lêpirsîn hatiye destpê kirin.