Îlon 16, 2021 10:31 Asia/Tehran
  •   Kurdek bû Wezîrê Perwerdeyê yê Brîtanyayê

Serokwezîrê Brîtanyayê Boris Johnson duh hin guhertin di kabîneya xwe de kir û di çarçoveya guhertinan de, kurdekî wî welatî wek Wezîrê Perwerdeyê destnîşan kir.

Li gorî rapora Rûdawê ji zarê BBC'ê, di çarçoveya guhertinên di kabîneya hikûmeta wî welatî de, Johnson Serokwezîrê Brîtanyayê, Nedîm Zehawî wek Wezîrê Perwerdeyê  yê wî welatî diyar kiriye.

Nedîm Zehawî ji aliyê Borîs Johnson ve li cihê Gavin Williamson wek Wezîrê Perwerdeyê yê Brîtanyayê hatiye destnîşankirin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Mesrûr Barzanî di peyamekê de li ser Twitterê ragihandiye, wî di pêwendiyeke telefonî de pîrozbahî li Nedîm Zehawî, Wezîrê Perwerdeyê yê Bîranyayê yê nû kiriye.

Mesrûr Barzanî dibêje: “Îşev bi telefonê min pîrozbhaî li hevalê xwe kek Nedîm Zehawî kir, ji ber diyarkirina wî wek Wezîrê Perwerdeyê yê Brîtanya.”

Nedîm Zehawî di sala 1967an de li paytexta Iraqê bajarê Bexdayê di malbateke Kurd de hatiye dinyayê û dema ku 9 salî bûye, malbata wî koçberî Brîtanyayê bûye û li wî welatî bicih bûne.

Zehawî pêştir bo çend xûlan di parlamentoya Brîtanyayê de li ser lîsta Partiya Parêzgaran (Konservatîv) bûbû parlamenter û di dema parlamenteriya xwe de çendîn caran serdana Herêma Kurdistanê kiribû û bi serkirdatiya siyasî ya Kurdistanê re hevdîtin pêk anîbû.

Serepeyv