Îlon 10, 2021 15:15 Asia/Tehran
  • Sergey Ryabkov: Em bi fikar in ku li Asyaya Navîn stargeheke terorîstan ava bibe

Cîgirê wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Ryabkov got piştî rûdanên li Efganistanê çêbûne ew bi fikar in ku “stargeheke ewle ya terorîstan” li welatên Asyayê Navîn ava bibe.

Cîgirê wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Ryabkov ji ajansa Tas re axivî. Ryabkov got: “Beriya her tiştî, ez bi fikar im ku li Efganistanê stargeheke ewle ya terorîstan çêbibe beyî ku em Talîbanê ji bîr bikin.”

Li gorî Ryabkov di şert û mercên wiha de, dê gelek dijwar be rewş di çarçoveyeke diyar de were kontrolkirin û dê ne pêkan be ku rê li ber belavbûna wê were girtin.

Ryabkov diyar kir ku di encama qewimînên li Efganistanê de ji bilî Talîbanê, dibe ku hemû hêzên din bi bin ketibin. Ryabkov destnîşan kir ku kesek sûdê ji vê yekê wernagire û heta ku hevsengiyeke nû pêk were, dê demeke dirêj bigire.

Her wiha Ryabkov diyar kir ku tiştê qewimî di nav civaka herêmê de "tirs û xof" çêkir û niha zehmet e ku mirov texmîn bike ku "dewletên cîran" dê bi awayekî cidî beşdarî avakirina modela nû ya diyalogê bibin, nemaze di warê têkiliyên piralî yên nû de.

Serepeyv