Li Endonezyayê di girtîgehekî de şewat derket û 41 kes mirin
Îlon 08, 2021 18:22 Asia/Tehran
Li girtîgeha Tangerang a derveyî paytexta Endonezyayê Cakartayê şewat derket û 41 girtiyan jiyana xwe ji dest dan.
Berdevkê Daîreya Girtîgehan a ser bi Wezareta Mafê Mirov û Huquqa Endonezyayê Rîka Apriant ragihand, girtîgeha mehkûmên ji ber madeyên hişber ceza xwarine ya Bloka C de şewatê destpê kiriye û derveyî 41 girtiyên ku jiyana xwe ji dest dane 39 girtî jî birîndar bûne.
Şewata ku şev di navbera saet 01:00 û 02:00yê de derketiye de agir hemû hat kontrol kirin û ji bo kontrol kirina girtîgehê jî bi sedan leşker û polîs çûn herêmê.
Sedemê şewatê hîn nayê zanîn.