Îlon 01, 2021 09:20 Asia/Tehran
  • Şerta Pakistanê jibo alîkariya bo Efxanistanê

Wezîrê karên derve yê Pakistanê alîkariya navneteweyî bo Talibanê girêdayî bi rêzgirtina li mafên mirovan kir.

Li gorî rapora Shafaghna'yê, Şahmehmûd Qureyşî roja Sêşemiyê got: Taliban divê bizane ku piştî bidestxistina desthilatê li Efxanistanê dê hewcetî bi piştevaniya civata navneteweyî hebe, vêca divê rêzê li mafên mirovan û pîvanên navneteweyî bigire.

Gotinên Qureyşî di press konferansa tev hevpîeyê wî yê almanî, Hayko Mas li Islam Abadê rojekê piştî derketina hêzên amerîkî ji Efxanistanê hatin hilêxistin.

Hayko Mas jî got: Tevî soza Talibanê jibo damezirandina dewleta giştalî û rêzgirtina li mafên mirovan, em ê bibînin ku gelo ew ê van sozên xwe cih bînin an na.

 

Serepeyv