Tebax 30, 2021 12:05 Asia/Tehran
  • Balafirgeha Kabulê bi mûşekan hatiye armanckirin

Balafirgeha Kabulê rastî êrîşeke bi mûşekan hat û ji aliyê sîstema berevaniya mûşekî ya Amerîka ve hat şikandin.

Berpirsekî Amerîkî ji ajansa “Reuters” re ragihand, îro danê sibê bi 5 mûşekan êrîş li balafirgeha Kabulê hate kirin.

Herwiha wî berpirsî aşkere kiriye, mûşek ji bakurê Kabulê ve hatibûn avêtin û sîstema berevaniyê ya Amerîkî li firokxaneybalafirgehê rûbirûyî mûşekan bû û ew êrîş şikand.

Derbarê ziyanên wê êrîşê de, wî berpirsê Amerîkî destnîşan kir, di encama êrîşê de ti ziyanek negihîşt hêzên Amerîkî.

Herwiha wî amaje bi wê da, êrîşê proseya veguhastina dîplomatkaran û xelkê Efxanistanê ranewestan û proseya veguhastinê berdewam e.

Cihê behsê ye beriya bi çend rojan çend xwekujên DAIŞê li Balafirgeha Kabulê di nava xelkê û hêzên Amerîkayê de xwe teqandibûn û ji ber wan teqînan jî 170 kes miribûn û bi sedan kes jî birîndar bibûn. 

Serepeyv