Tebax 27, 2021 09:25 Asia/Tehran
  •  DAIŞê berpirsyariya teqînên li Kabulê girte ser xwe

Koma terorîst a DAIŞ'ê berpirsyariya teqînên xwekujî yên li Kabula paytexta Efxanistanê girte ser xwe.

Li gorî nûçeya Kurdistan24ê, Koma terorîst a DAIŞ'ê berpirsyariya teqînên xwekujî yên li Kabula paytexta Efxanistanê girte ser xwe.

Li ser tora civakî ya Telegramê, bi rêya kanala xwe, Koma terorîst a DAIŞ'ê ragihand: “Tiştê îro li Balafirgeha Kabulê qewimî, me kir.”

Duh êvarê li Balafirgeha Kabulê teqîneke xwekujî hat encamdan.

Di encama teqînê de bi dehan welatiyên sivîl ên Efxanî, ku beşek ji wan zarok û jin bûn, jiyana xwe ji dest da û ajansên nûçeyan behsa kuştina zêdetirî 60 kesan û birîndarbûna bêhtirî 100 welatiyan dikin.

 

 

Serepeyv