Tebax 26, 2021 22:40 Asia/Tehran
  • Di peqîna Kabul de 60 kes hatin kuştin

Wezareta Berevaniya Amerîkayê (Pentagon) ragihand, ji ber teqîna li deriyekî balafirgeha Navdewletî ya Kabulê paytexta Efxanistanê du teqîn çê bûn ku piştî teqînê, gelek gulle hatine reşandin û li deriyên din ên balafirgehê jî alozî derket û deriyên balafirgehê hatin girtin. Li gor zanyariyên herî dawiyê ji ber van teqînan 60 kes hatin kuştin.

Berdevkê Wezareta Berevaniya Amerîkayê John Kirby piştrast kir ku teqîn çê bûye û tekez kir, yek ji wan nêzikî deriyekî sereke yê balafirgehê bûye û teqîna din jî li nêzikî hoteleke nêzikî firokexaneyê bû.

Amerîka dibêje li gor zanyariyên serbazî, di teqînan de 15 kes hatin kuştin û 21 kes jî birîndar bûn.

Lê belê ajansên nûçeyan li gor agahiyên herî dawiyê jimara kuştiyan 60 kes û ya birîndaran jî 50 kes ragihandiye.

Ew hotela ku li nêzikî wê teqîn çê bûye, ji aliyê hinek welatan ve ji 14ê Tebaxê ve tê bikaranîn, heta ku ji Efxanistanê derdikevin.

Li gor ragihandina Reutersê ji kuştiyan herî kêm 5 kes leşkerên amerîkî ne.

Berpirsekî Amerîkî ji ajansa Reutersê re ragihand, “Destê DAIŞê di teqînên li Kabulê de heye.”

Berdevkê Talîbanê Zebîhullah Mucahîd jî ev kiryara terorîstî şermezar kir û diyar kir ku ji ber teqînan 52 kes birîndar bûne wî her wiha hejmara qurbaniyan bi temamî nedaye diyarkirin.

Zabihullah Mucahid,her wiha got: "Koma Talîbanê Amerîkî derheq êrîşên muhtemel ên DAIŞê li balafirgeha Kabulê agahdar û hişyar kiribûn."

Koma têrorîst a DAIŞ`ê jî berpirsiyariya teqînên li Kabulê girte ser xwe.

Serepeyv