Tebax 26, 2021 20:40 Asia/Tehran
  • Amerîka ji bo parastina berjewendiyên xwe dê hevkariya Talîbanê bikin

Wezîrê derve yê Amerîkayê ragehand, welatê wan ji bo parastina berjewendiyên xwe dê hevkariya desthilata koma Talîbanê li Efganîstanê bike.

Wezîrê derve yê Amerîkayê Antony Blinken ji rojnamevanan re ragehand: Civînên Talîban û endamên hikûmeta berê ya Efganîstanê berdewamin û armanc veguhestina desthilatê ye ji Talîbanê re û diyar kirina rêjeya beşdariya endam û berpirsên hikûmeta berê ji hikûmeta nû re ye, ku Talîban dê pêkbîne.

Antony Blinken dibêje berjewendiyên Amerîkayê li gor şiyana xwe piştevanîkirina berdewame ji wan civînên di navbera Talîban û endam û berpirsên hikûmeta berê ya Afganîstanê re ye.

Wezîrê derve yê Amerîkayê dibêje, helsengandinê ji bo hewkariyên hikûmeta Talîbanê dikin û take merc û sedemê hewkariya welatê wan ji desthilata Talîbanê re jî tenê parastina berjewendiyên Amerîka ye.

Eva di halekê de ye ku CNNê ragihand ku koma Talîbanê roja Duşemê çek ji tîma ewlekariya Hamid Karzai û Abdullah Abdullah stendine, wesayîtên wan desteser kirine û Karzayî birine mala Abdullah Abdullah û her du li wir girtî ne û ewlehiya wê malê di destê hêzên Talîban de ye.

Çavkaniya agahdar her wiha got ku hêviya Abdullah Abdullah ji damezrandina hukûmetek giştgir ji hêla Talîban ve ji ya hefteya çûyî kêmtir e.

Serepeyv