Tebax 26, 2021 19:58 Asia/Tehran
  • Li ber deriyekî balafirgeha Kabulê teqîna întiharî

Wezareta Berevaniya Amerîkayê (Pentagon) ragihand, li deriyekî balafirgeha Navdewletî ya Kabul a paytexta Efxanistanê teqînek çê bû. Li gor zanyariyan , piştî teqînê, gelek gulle hatine reşandin û li deriyên din ên balafirgehê jî alozî derket.

Berdevkê Pentagonê John Kirby piştrast kir ku teqîn çê bûye û tekez kir, “Niha zelal nîne ku hejmara qurbaniyan çend kes in.”

John Kirby herwiha got: “Her dema ku zanyariyên zêdetir gihîştin me, emê hûrgiliyên zêdetir ragihînin.”

Hinek berpirsên Amerîkî jî ji CNNê re diyar kirin ku dibe, ew teqîneke xwekujî bibe.

Bepirsekî Koşka Spî ji medya Amerîkayê re ragihand, Serokomarê Amerîkayê Joe Biden derbarê bûyerê de hatiye agahdarkirin.

Ev teqîn çend saet piştî hişyariya hikûmetên welatên rojavayî tê derbarê rûdana êrişekê li balafirgeha Kabulê.

Berî vê teqînê Cîgirê Wezîrê Derve yê Brîtanyayê yê Parlementoyê hêzên Çekdar hişyarkiribû ku agahiyek "pir pêbawer" heye ku terorîstan dil hene ku êrişekê bombeyî di nav wan kesên ku li balafirgeha Kabulê de kom bûne pêk bîne.

Herwiha Balyozê Fransayê yê li Efxanistanê jî hişyarî da ku dibe teqîneke duyem rû bide û her bi vê sedemê daxwaz ji xelkê kir xwe ji deriyên balafirgehê dûr bixin.

Duh jî dema ku leşkerekî Afgan termê hevalekî xwe li ser erdê dît, ji hêrs û aciziyê gulle berdan esman û li herêmê hêzên leşkerî yên navnetewî ku li deverê nobedariyê dikin wisa zanîn ku êrîş li hember wan pêkhatiyê vêca wan jî gulle berdan ku di encamê de 4 leşkerên Afgan jiyana xwe ji dest dan û 3 leşker jî birîndar bûn.

Piştî ku Tevgera Talîbanê jibilî bajarên din dest bi ser  Kabula paytext de jî girt, bi hezaran hemwelatiyên Efxan li balafirgeha Hamiîd Kerzaî ya li Kabulê kom bûne û dixwazin ji Efxanistanê derkevin.

Serepeyv