CIAyê û Taliban bi dizî hevdîtin pêk anîn
Hat ragihandin Serokê Rêxistina Îstixbarata Navendî (CIA) ya Amerîkayê William Burns duh li Kabula paytextê Efxanistanê bi Mele Abdulxanî Birader ku yek ji pêşengên Talîbanê ye re hevdîtinek veşartî pêk aniye.
Li gorî rojnameya Washington Postê, rayedarên Amerîkî yên ku nexwestina navên wan eşkere bibe, diyar kir ku Serokê Rêxistina Îstixbarata Navendî (CIA) ya Amerîkayê William Burns duh li Kabula paytextê Efxanistanê bi Mele Abdulxanî Birader ku yek ji pêşengên Talîbanê ye re hevdîtinek veşartî pêk aniye.
Piştî kontrolkirina Kabulê ji aliyê Koma Talibanê ve, di navbera Talîban û rêveberiya Biden de ev yekemîn civîna rû bi rû ye.
Hat îfadekirin dibe ku Burns û Birader mijara dawîn dema (31 Tebaxê) vekişîna hêzên biyanî ji Efxanistanê di hevdîtinê de hatibe gotûbêjkirin.
Serokê Amerîkayê Joe Biden di derbarê valakirna Kabula paytexta Efxanistanê de daxuyanî da û got ku "rêyek dirêj heye û dibe ku alozî çêbin."
Yek ji berdevkên Talîbanê, Suheyl Şahîn, got ku ew naxwazin hêzên biyanî piştî 31ê Tebaxê li Efxanistanê bimînin, ku ev dîrok ji bo wan "xetên sor"e.
Li ser pirsa eger Amerîka û Brîtanya ji bo valakirinê dema zêde bixwazin ku leşkerên wan li wê derê bimînin, berdevkê Talîban got ku ew ê “Bersiva me na ye, Wekî din ev ê encamên wê hebin.”