Talîbanê bi peyamekî gef li serokê Amerîkayê xwarin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i328466-talîbanê_bi_peyamekî_gef_li_serokê_amerîkayê_xwarin
Koma Talîban a Efganîstanê peyamekî gefxwarinê ji serokomarê Amerîkayê re dişîne.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 24, 2021 16:43 Asia/Tehran
  • Talîbanê bi peyamekî gef li serokê Amerîkayê xwarin

Koma Talîban a Efganîstanê peyamekî gefxwarinê ji serokomarê Amerîkayê re dişîne.

Berdevkê koma Talîbanê Suhêl Şahîn di peyamekê de ragehand: Mayîna hêzên Amerîkayê piştî 31.08.2021ê ji bo me wek xeta sor e.

Suhêl Şahîn ragehand: Serokê Amerîkayê Joe Biden ragehandibû ku dawiya meha Tebaxê de hemû hêzên li Efganîstanê dê vekêşin, ‘’Eger nakêşin wê demê dema dagirkeriyê li Efganîstanê dirêj kirine.’’

Berdevkê Talîbanê Joe Biden hişyar kir û ragehand: ‘’Eger Amerîka û Brîtanya daxwaza dema zêdetir bikin bo mayîna li balefirgehê ji bo veguhestina leşkerên xwe û xelkê reviyayî yê ji bindestiya Talîbanê, wê demê bersiva me dê ‘’nexêr’’ bibe û dê ew yek bibe sedema bêbaweriyê û wê demê jî dê bertekên me hebin.’’