Ehmed Mesûd: Eger Taliban danûstandinê red bike emê şer bikin
Tebax 23, 2021 01:00 Asia/Tehran
Serokê bizava dijî Taliban li Efxanistanê dibêje, eger Taliban daxwaza wan JI bo danûstandinê red bike ew ê şer bikin.
Serokê bizava dijî Taliban li Efxanistanê, Ehmed Mesûd, ku kurê rêberê berê yê bizava dijî Sovyeta berê Ehmed Şah Mesûd e, ragihandiye, ew ti carî herêma Pencşîr ya Efxanistanê, ku di destê wan de ye, teslîmî Taliban nakin.
Ehmed Mesûd her wiha gotiye, ew amade ne bi Koma Talibanê re danûstandinê bikin û bibin şirîkê hikûmeta Efxanistanê, lê eger Taliban vê yekê qebûl neke ew neçar in şer bikin.
Tê gotin ku derdora 9 hezar çekdarên Ehmed Mesûd hene û hîn jî gelek kes tevlî hêza wî dibin.
Ehmed Mesûd herwiha gotiyê ji bo aştiyê ew amade ye ji heyfa xwîna bavê xwe derbas bibe.