Talîban dixwaze Çîn di ji nû ve avakirina Efganistanê de beşdar bibe
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i328389-talîban_dixwaze_Çîn_di_ji_nû_ve_avakirina_efganistanê_de_beşdar_bibe
Koma Talîbanê hêvîdar e ku Çîn di avakirina Efganistanê de beşdariyê bike.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 20, 2021 19:29 Asia/Tehran
  • Talîban dixwaze Çîn di  ji nû ve avakirina Efganistanê de beşdar bibe

Koma Talîbanê hêvîdar e ku Çîn di avakirina Efganistanê de beşdariyê bike.

Li gorî nûçeya IRIB Newsê, berdevkê Talîbanê Suheyl Şahîn ji kanalek televîzyonî ya Çînê re got, "Çîn welatekî mezin e ku aboriya wê xurt e. Ez difikirim ku ev welat dikare beşdarî jinûavakirin û vejandina Efganistanê bibe."

Wezîrê Karên Derve yê Çînê Wang Yi herî dawî bi heyeteke Talîbanê re hevdîtin kir û hêvî kir ku koma Taliban wê li Efganîstanê polîtîkayeke nerm bimeşîne.

Piştî ku Koma Talibanê li Efganîstanê bû desthilatdar, Ev koma naha li rewabûna navneteweyî digere.

Koma Talibanê piştî ragihandina roja vekişîna hêzên Amerîkî ji Efganistanê (11ê ÎLonê), di demeke kurt de piraniya welêt xist bin kontrola xwe.