Tebax 20, 2021 22:11 Asia/Tehran
  •  Jinên Efgan xwest di hikumeta nû de cih bigirin

Dezgehên çapemeniyê yên Efganistanê ragihand ku komeke jinên Efganistanê bang li tevgera Talîbanê kir ku di hikumeta bê de rola jinan jî hebe.

Li gorî kanala Telû News, komeke jinên Efganistanê ku karmendên hikumeta berê û rêxistinên sivîl bûn, kombûnek li dar xist û tê de metirsiyên xwe der barê nûnertiya jinan di hikumeta bê de anî ziman.

Jinan diyar kir ku divê Talîban rola pêşketin û têkoşîna jinan a 20 salan paşguh neke.

Çalakvana hiqûqî ya beşdarî kombûnê bûye Ferîha Eysar ji kanalê re wiha got: “Nabe ku hikumet an rayedar jinên Efganistanê paşguh bikin. Em ê dev ji mafên xwe yên perwerde, xebat û beşdarbûna xebatên siyasî û civakî bernedin.”

Serepeyv