Li Nîjeryayê di êrîşên çekdarî de 17 kes mirin
Tebax 20, 2021 20:30 Asia/Tehran
Li eyaleta Benue ya Nîjeryayê di êrîşên çekdarî de 17 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Li gor nûçeyên di çapemeniya netewî ya Nîjeryayê de cîh girtine hat ragehandin, ji aliyê kesên ku nasnameya wan nediyar e li herêma Kastina-Ala û Agatu yên ser bi eyaleta Benue êrîşên çekdarî pêkhatine û di wan êrîşan de 17 kesan jiyana xwe ji dest dane û gelek kes jî birîndar bûne.
Di demên dawî de ji aliyê kesên çekdar ve ji ber ku li hin eyaletan bi motorsîkletan êrîş pêk dihatin, bikaranîna motorsîkletan hatibû qedexe kirin.