Qayîxa penaberan noqî avê bû û 39 kesan canê xwe ji dest da
Çil penaberên ne qanûnî yên ku xwestin bi qayîxekî ji peravên bakurê Afrîqa xwestin derbasî giravên Kanarya yên li başûrê rojavayê Spanyayê bibin, qayîxa wan li dora Oqyanûsa Atlantîkê noqî avê bû û 39 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Li gor ajansa nûçeyan a Spanyayê ya EFE, ku agahî ji rayedarên Saziya Alîkariyên Lezgîn a Girava Kanarya veguhestine, 250 kîlometre dûrî Giravên Kanaryayê qayîxekî ku nîvê wê noqî avê bûyî û qulibî hatiye dîtin û di wê botê (qayîxê) de jineke 30 salî kariye xwe xilas bike û 2 kesên din ên li gel jî jiyana xwe ji dest dane.
Herwaha li gor agahiyên ku wê jinê dane di qayîxê de 40 kes hebûne û ji wan 40 kesan tenê wê kariye ji bûyerê rizgar bibe.
Hat ragehandin ew jina ku rizgar bûye bi helîkopterê veguhestine nexwaşxanê û pirsgirêkên wê yên tenduristiyê û kêm aviyê hebûne.