Tebax 19, 2021 17:25 Asia/Tehran
  • Meşa bi sedan welatiyên Kabulê jibo piştevaniya ji ala sêreng a Efxanistanê

Bi sedan kes ji welatiyên Kabulê jibo piştevaniya ji alaya sêreng a Efxanistanê meşiyan.

Li gorî rapora IRIB Newsê ji Kabulê, Hevdem digel 19ê Tebaxê (28ê Mordadê), salvegera serxwebûna Efxanistanê ji bin koledariya Inglîzê, bi sedan kes ji welatiyên Kabulê bi derketina nav kolanên vî bajarî û bi bilindkirina dirûşemya 'Ellahu Ekber', piştevaniya xwe ji alaya sêreng a vî welatî ragihandin.

Koma Talibanê li  di jî bilindkirina vê alayê ye û li cihên gelemperî bi daxistina laya sêreng, alayên xwe yên sipî daleqandine.

 

Hîn tu raporek ji tundî û pevçûnên navbera xwenîşander û kesên Talibanê li bajarê Kabulê nehatiye weşandin.

Roja bihurî jî welatiyên Xost û Celal Avayê bi nîşana piştevaniya ji alaya sêreng a Efxanistanê, meşiyan ku tûşî êrîşa Talibanê bûn û hejmarek hatin kuştin û birîndar bûn.

Alaya sêreng a Efxanistanê bi rengên reş, sor û kesk sala 1328an di serdema desthilatdariya Emanullahxan da hat resimandin.

 

 

Serepeyv