Borêl: Tiştê li Efxanistanê qewimî karesat bû
Tebax 19, 2021 17:16 Asia/Tehran
Berpirsê Siyaseta derveyî ya Yekîtiya Ewropayê destnîşan kir, tiştê ku li Efxanistanê qewimî, karesat bû.
Li gorî rapora El-Cezîreyê, Cozêb Borêl got: Me dîmenên nîgeranker ên ketina Talibanê nav Kabulê şopandin. Renge Taliban dabeşkirina desthilatê nepejirîne û li gorî pergala Imaratê, desthilatdariyê bimeşîne.
Berpirsê Siyaseta derveyî ya Yekîtiya Ewropayê her wiha got: Tiştê ku li Efxanistanê qewimî karesat bû û tu kesekî fikir nedikir ku Taliban bi vê lezê kontrola Efxanistanê bigire destê xwe. Hîn hejmareke efxanên ku hevkariya me dikirin, negihîştine balefirgeha Kabulê. Me nîgeraniyeke giran derbarê şêwaza xebata Talibanê di pêşerojê da heye.