Tebax 17, 2021 12:05 Asia/Tehran
  • Hejmara leşkerên Amerîkayê li balefirgeha Kabulê zêde zêdde bibe

Berdevkê Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê got: Derdroa 200 hêzên Amerîkayê aniha li balefirgeha Kabulê ne û çaverêtî heye di rojên bê da hejmara van hêzan zêde bibe.

Li gorî rapora CNN'ê, Can Kêrbî (John Kirby), Berdevkê Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê Duşemiyê bi şev got: Pentagonê dil heye di 24 saetên bê da hejmareke zêdetir a hêzan ji leşkera 82an a asimanî û gurdanên deryayî bişîne Efxanistanê.

Berdevkê Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê got: Bi hatina hêzên zêdetir (di roja Sêşemiyê da), dê derdora sê hezar hêzên amerîkî li balefirgeha Kabulê bin.

Berdevkê Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê got: Bi destûra ragihandî ji aliyê Lovîd Astîn Wezîrê berevaniyê yê Amerîkayê, di du an sê rojên bê da dê derdora 6 hezar hêz derbasî balefirgeha navneteweyî ya Hamid Kerzeyî bibin.

 

 

Serepeyv