Tebax 17, 2021 00:10 Asia/Tehran
  • Li Myanmarê grubekî rûyê wan bi maske 5 polîs kuştin

Li bajarê Yangon a Myanmarê grubekî rûyê wan bi maske, di trenekî de 5 polîsên ku rêwîtî dikirin kuştin.

Karmendeke trenê ji rojnameya Now Myanmarê re ragehand, dema trenê li rawestekekî Yangonê sekinî ji aliyê grubeke rûyê wan bi maske ve gulle li polîsan hatiye berdan.

Li gor heman karmendê trenê ragehandiye wê gruba rûyê wan bi maske piştî ew polîs kuştin tiştên li ser wan û amûrên wan jî hemû rakirin û reviyan

Piştî bûyerê leşkerên artêşa Myanmarê geheştin cîhê bûyerê û rayedarên rêveberiya leşkerî ragehandin ku dibe êrîşkar ji kesên dijî darbeyê bibin.

Serepeyv