Tebax 17, 2021 00:02 Asia/Tehran
  • Çar rêveberên Talîbanê hevrikiyê li ser hukmê Efganîstanê dikin

Çar rêveberên Koma Talîban a Efganîstanê hevrikiyê li ser desthilata vî welatî dikin.

Piştî rêkeftina Amerîka û Talîbanê û vekêşîna hêzên Amerîkayê çekdarên Talîbanê ketin nav bajarê Kabul a paytexta Efganîstanê û serokomarê wî welatî ber bi Tacikîstanê ve reviya û bi wî awayî Talîbanê temamê Efganîstanê kontrol kir.

Li gor kanala Sky News bi zimanê lêkolînvanê siyasî yê Efgan Ato Mihemednûr ragehandiye, ew çar rêveberên herî diyar ên Talîbanê hevrikiyê li ser desthilatê dikin.

-Mela Hîbetulla Axunzade (Serokê naha yê Talîbanê)

-Ebdulxenaî Birader; Yek ji rêveberên naha yê Talîbanê ye û sala 2010ê heta 2018ê li Pakistanê di girtîgehê de bû û piştre bi givaşa Amerîkayê ve hat azad kirin û wek aqlê siyasî yê Talîbanê tê nasîn.

- Sîracedîn Heqqanî; Kesê duyem ê Talîbanê tê nasîn û serokê tora heqanî ye, ku ew torekî çekdarî ya gelek tund e û di 20 salên borî de şerê hêzên Amerîkayê kiriye.

- Yeqûb Mihemed: Kurê Mela Mihemed Omer ê serokê berê yê Talîbanê ye û xwedî piştevaniyeke civakî yê berfirehe di nav Tevgera Talîbanê de ye.

Mela Mihemed Omer serok û rêveberê ruhanî yê Talîbanê di sala 1996ê heta sala 2001ê serokê rejîma Talîbanê bû. Piştre jî heta bi nexwaşiya tûberkûlos di sala 2013ê de jiyana xwe ji dest da, serokê Talîbanê bû.

Serepeyv