Tebax 16, 2021 23:49 Asia/Tehran
  • Eşref Xenî: Eger ez ji Efganîstanê derneketibam dê lehiya xwînê biherikiya

Serokomarê Efganîstanê Eşref Xenî rojekê piştî ji Efganîstanê reviya ragehand, ji bo pêşîgirtina li lehiya xwînê biryar daye welat bicîh bihêle.

Vê derbarê de Eşref Xenî li ser tora xwe ya civakî twitterê de nivîsand: ‘’Eger ez li Kabulê mabam, ji ber wê dê gelek xelk hatana kuştin û paytext dê wêran biba.’’

Eşref Xenî bê ku amaje bi wî cîhê ku naha lê niştecîh bûye bike, ragehand, Talîban naha bi şûr û çek bûne serkeftiyê qadê û naha li hember parastina keramet û namûsa xelkê ew berpirs in.

Li gor raporta tora medyayî ya Tulu News a ser bi dewleta Efganîstanê ye, Eşref Xenî derketiye çûye bo Tacîkîstanê, lê wezareta derve ya Tacîkîstanê ew yek red kir ku serokomarê Efganîstanê çûye wî welatî. Lê li gel wê jî hemû çapemeniya cîhanê ragehand ku çûye Tacîkîstanê.

Di duyem roja destbiserda girtina paytext Kabulê de berdevkê polîtburoya Koma Talîbanê Mihemed Neîm bi daxuyaniyekê ji Al Jazeera re ragehand ku şerê Efganîstanê bi dawî hatiye û cure û pêkhateya hikûmetê dê demekî kurt de bê ragehandin.

Mihemed Neîm got ku êriş li ser ti dîplomat û balyozxaneyeke biyanî nayê kirinn û ew dê ewlehiya hemwelatiyên Efgan û navendên dîplomasiyê biparêzin.

Serepeyv