Çîn: Em amadene li gel Talîbanê peyvendiyên dostane ava bikin
Tebax 16, 2021 23:35 Asia/Tehran
Komara Gel a Çînê wek yekem welatê cîhanê bi awayekî nerastewxwe desthilata Talîbanê ya li Efganîstanê naskir.
Îro 16.08.2021ê Berdevka wezareta derve ya Çînê Hua Çunying ji rojnamevanan re ragehand; welatê wan amade ye peyvendiyên dostane ligel Talîban û desthilatiya wê ava bikin.
Hua Çunying ragehand: ‘’Talîban dixwaze peyvendiyên baş li gel Çînê hebin û em jî pêşwaziyê li wê pêngava Talîbanê dikin.’’
Berî ku koma Talîbanê dest bi ser Efganîstanê de bigre roja 28.07.2021ê şandeyekî Talîbanê serdana Pekîn a paytexta Çînê kir û li gel wezîrê derve yê wî welatî civiyabû.