Tebax 15, 2021 19:38 Asia/Tehran
  • Eşref Xenî ji Efxanistanê derket

Eşref Xenî serokomarê Efxanistanê ev welata terikand.

Kanala televîziyonî ya Toloya Efxanistanê ragihand ku Eşref Xenî hevrê digel çend endamên kabîneyê, terka Efxanistanê kiriye û derbasî Tacîkistanê bûye.

Di vî halî da rojnameya Aşya Plasa Tacîkistanê tevî piştrastkirina derbasbûna Eşref Xenî û Hemdullah Muhib Şêwirmendê ewlehiya neteweyî û Mehmûd Fezlî Serokê Rêveberiya karên serokomartiya Efxanistanê bo Duşenbeya paytexta Efxanistanê, nivîsî: Xenî û hevriyên wî ev welata terikandine û çûne welatekî din.

Ebdullah Ebdullah Serokê Koneya bilind a Aştiya neteweyî ya Efxanistanê bi twîtekê derketina Xenî ji Efxanistanê piştrast kir.

 

Serepeyv