Tebax 15, 2021 15:18 Asia/Tehran
  • Hêzên Talibanê ketin nav paytexta Efxanistanê

Wezareta karên hundir a Efxanistanê ketina hêzên Talibanê nav paytexta vî welatî piştrast kir.

Li gorî rapora ISNAyê, Wezareta karên hundir a Efxanistanê destnîşan kir ku hêzên Talibanê ji çend aliyan va ketine Kabulê.

Hevdem Talibanê ragihand ku rê daye kesên ku dixwazin ji Kabulê derkevin, herin cihên ewleh. Vê komê şîret li jinan û zarokan kir ku biçin cihên ewleh.

Demekê piştî weşandina vê nûçeyê, rayedarekî efxan qala nêzikbûna hêzên Talibanê li derdora Kabulê kir.

Endamê Konseya navçeyî ya Efxanistanê ku nexwest navê wî were birin, gotibû ku hêzên Talibanê bêyî ku tûşî berxwedaneke berbiçav ji aliyê hêzên dewletê va bibin, ber bi Kabulê va dihatine.

Wî destnîşan kiribû ku Taliban piştî girtina bajarê Pol Elemê li parêzgeha Logerê gihîştiye 50 kîlomitirya Kabulê û kontrola navçeyên derdora Kabulê girtiye destê xwe.

 

 

Serepeyv