Tebax 14, 2021 20:41 Asia/Tehran
  • Axivtina Ghenî di demekê de ku Talîbanê bajarekî din yê nêzîkî Kabulê kontrol kir

Serokê Efxanistanê Eşref Ghenî got ew axaftinên lezgîn bi serkirdeyên xwecihî û hevbendên navneteweyî re dike, di demekê de ku çekdarên Talîbanê nêzîkî Kabula paytext dibine û wan bajarokekî başûrê Kabulê jî kontrol kiriye.

Ghenî di axaftineke televizyonî de got,”wek serokê we, bala min li ser nehîştina têkçûna seqamgîriyê, tundûtûjiyê û derbiderbûna xelkê min e”.

Axaftina Ghenî di demekê de ye ku Amerîka û hin welatên din hêzan dişînin nava Efxanistanê ji bo derxistina berpirs û karmendên balyozxanên xwe.

Ghenî ti bersivên koma Talibanê nedan ku daxwaz kiribûn ew dest ji kar berde li beramber agirbestekê ji bo axaftin û lihevkirinekê.

Ghenî got ku “tevlêkirina hêzên berevanî û ewlekariyê ew xema wan a serekeye û pîvanên rijd di vê derbarê de tê danîn.”

Berî axaftina Ghenî bi demeke kurt Talîbanê Pul-e-Elem paytexta parêzgeha Loger ku 70 kîlometir başûrî Kabulê ye kontrol kir,

Endamekî civata xwecihî ya parêzgehê ku nexwest navê xwe aşkere bike ji ajansa Reuters re got ku Talîban li kontrolkirina vî bajarokî rastî ti berxwedanê nehatin.

Kontrolkirina bajarokê Pul-e-Elem rojekê piştî pêşketina Talîbanî di mezintrîn sêyemîn û duyemîn bajarên Efxzanistanê de pêk tê.

Serepeyv