Talîban roj bi roj xwe nêzîkî Kabulê paytexta Efxanistanê dike
Çekdarên koma Talîbanê ji bo dagirkirina peytexta Efxanistanê Kabulê roj bi roj xwe nêzîkî wê dikin.
Roja înê 13.08.2021ê çekdarên rêxistina Talîbanê dest danîn ser Leşkergeha wîlayeta Helmendê û Pul Elem û Qendeharê û ew ji deste hikûmeta Efxanistanê derxist.
Bi dagirkirina Pul Elemê Talîban 50 kîlometran nêzîkî Kabulê bûye û Pul Elem li başûrê Kabulê cî digire.
Piştî vekişîna hêzên Amerîkayê û NATOyê ji Efxanistanê, Talîbanê êrîşên xwe zêdetir kirin û di destpêka meha Tîrmehê de jî Talîbanê ragihandibû ku %85ê xaka Efxanistanê ketiye bin kontrola wan.
Li gor rêkeftina Amerkîayê û Talîbanê hêzên Amerîkayê wê di destpêka meha Îlonê de ji Efxanistanê vekişiyana lêbelê, Amerîkayê bi lezî tevgeriya û gelek hêzên xwe ji Amerîkayê vekişandine.
Talîban tevgereke tûnderew a çekdarî ya Efxanistanê ye. Di sala 1996an de Efxanistan kontrol kir û di sala 2001ê de bi êrîşên Amerîka û welatên endamên NATOyê rejima Talîbanê hat rûxandin. Lê belê Amerîka ji bo berjiwendiyên xwe dest ji roxandina vê komê kişand.