Meclisa Ewlehiyê ya NY ferzkirina cezayan li Talîbanê nîqaş dike
Meclisa Ewlehiyê ya NY`yê ji ber binpêkirina mafên mirovan, ferzkirina cezayan li Talîbanê nîqaş dike. Talîban jî ragihand ku bajarê navendî yê wîlayeta Helmend a başûrê welêt, xistiye destê xwe.
Dîplomatan got, Meclisa Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) reşnivîsekê nîqaş dike ku bi rêya wê êrişên koma Talîbanê li dijî bajarok û bajarên Efganistanê ku tê de sivîl tên kuştin, şermezar bike.
Di reşnivîsê de her wiha ji ber êrişên li têkbirina aramiyê li Efganistanê, gefa ferzkirina cezayan tê xwarin.
Reşnivîsa ku Astonya û Nerwêc amade kiriye, divê 15 endamên meclisê li ser erê bikin.
Di reşnivîsê de tê piştrastkirin ku Meclisa Ewlehiyê piştgiriyê nade avakirina hikumetekê bi darê zorê li Efganistanê.
Meclisa Ewlehiyê destnîşan kir ku ew ê ji ber binpêkirina mafên mirovan û binpêkirina qanûna navneteweyî, cezayan li endamên Talîban ferz bike.
Li aliyekî din jî çavkaniyekî ewlehiyê ragihand ku bajarê navendî yê wîlayeta Helmend a başûrê Efganistanê Leşkergah ketiye destê Talîbanê. Vê berbangê jî Talîbanê got ku wan duyemîn mezintirîn bajarên Efganistanê Qendahar kontrol kiriye. Bi vê yekê tenê Kabul û hin herêmên derdorê di bin kontrola hikumeta Efganistanê de dimînin.