Tekeziya dewleta Efxanistanê li ser dewama têkoşîn û sekinîna dijî Koma Talibanê
Tebax 13, 2021 21:02 Asia/Tehran
Dewleta Efxanistanê dewama têkoşîn û sekinîna dijî Koma Talibanê ji erkên xwe da zanîn.
Li gorî rapora Dengê Efxan (AWA), Emrullah Salih Alîkarê yekem ê Serokomarê Efxanistanê roja Îniyê di civîna ewlehiyê li Erga Serokomartiya vî welatî da got: Dewleta Efxanistanê bi hemî derfetan pişta berxwedana neteweyî li hemberî êrîşa Talibanê digire.
Ev civîn ku bi serokatiya Muhemed Eşref Xenî serokomarê Efxanistanê hat lidarxistin, tê da biryarên pêwîst jibo sekinîna dijî Koma Talibanê hatine dayîn.