Tebax 13, 2021 02:23 Asia/Tehran
  • Li Nîjer di lehiyên rabûn de hejmara kesên canê xwe ji dest dan geheşt 52 kesan

Li Nîjer ji ber barîna baranên zêde lehî rabûn û di wan lehiyan de hejmara kesên ku canê xwe ji dest dane geheşt 52 kesan.

Li gor daxuyaniya Wezareta Navxwe, ji meha Hezîranê heta 11ê Tebaxê barîna baranên zêde bû sedemê rabûna lehiyan û ji ber wan lehiyan 50 hezar û 305 kes ji wan lehiyan bi bandor bûn.

Daxuyaniyê de hat ragehandin di karesatên lehiyê de 5 hezar û 694 malan ziyan dîtiye û 52 kesan jî jiyana xwe ji dest dane û 34 kes jî birîndar bûne.

Bajarên herî zêde ji lehiyê bandor bûne yek ji wan jî paytexta Niamey e. Li welatê Nîjerê ji meha Hezîranê heta meha Îlonê wek demsala barîna baranane û di wan deman de ji ber barîna baranan lehî radibin.

Sala borî jî di heman deman de lehî rabibûn û 73 kesan jiyana xwe ji dest dabûn.

Serepeyv