Tebax 12, 2021 11:31 Asia/Tehran
  •  Talîbanê Feyzabadê jî dagir kir

Duh koma Talîbanê bajarê navendî yê wîlayeta 9`emîn li bakurê Efganistanê bi dest xist. NY`yî jî bang li Talîbanê kir ku êrişên xwe rawsetîne.

Rayedarekî Efgan ragihand ku bajarê navendî yê wîlayeta Bedexşanê Feyzabad, şeva 10'ê Tebaxê kete destê Talîbanê.

Hate ragihandin ku hêzên ewlekariyê bajar terikandine û xwe li navçeyên derdorê girtine. Tê gotin, her du aliyan gelek kuştî dane.

Ji roja Îna derbasbûyî û vir ve Talîbanê 9 paytextên wîlayetan bi dest xistine. Di nava van de bajarê Qûnduzê jî heye.

Li aliyekî din, NY`yî bang li tevgera Talîban kir ku êrişên xwe li dijî bajarên Efganistanê rawestîne û destnîşan kir ku wê hin raporên têkildarî îhimala pêkanîna sûcên şer, wergirtine.

Amerîkayê jî ku sebebkarê sereke ya van şer û pevçûnan e di vê rewşê de îdia kiriye ku bawerî heye hêzên artêşa Efganistanê dikare bersiva van êrişên Talîban bide û ji aliyê din ve diyar kir ew ê piştgiriya hewayî ji bo hêzên Efganistanê berdewam bikin.

Serepeyv