Tebax 08, 2021 16:48 Asia/Tehran
  • Li Amerîkayê şewata daristanan berdewam dike û 8 kes winda ne

Li eyaleta Kalîfornyayê(California) ya Amerîkayê 3 hefte ye şewata daristanan berdewam dike, ev şewat gihêştiye gelek derên ku xelk lê rûdinin her diçe amarên karesatê girantir dibe.

Rayedarên herêma Pulmasê ragehandin, di dîroka eyaleta Kalîfornyayê de wek şewata herî mezin a sêyemîn tê bi nav kirin û di vê şewatê de ku wek şewata ''Dixie'' hatiye pênase kirin herî kêm 8 kes winda ne û xebatên lêgerîna wan jî berdewam dikin.

Herwaha her wek ku rayedaran ragehandine qadera 1800 kîlometrên çargoşe daristan û cihên rûniştinê şewitîne û heta naha tenê sedî 21ê wê şewatê hatiye kontrol kirin.

Ji ber şewata Dixie bajarokê li bajarê Greenville ya li bakurê rojavayê eyaleta Kalîfornyayê ku cîheke dîrokî ye mal û xaniyên zêdetir ji 800 kesan bûne xwelî û zêdetirî 180 avahî hatine rewşekî ku êdî nayên bikaranîn.

Serepeyv