Tebax 08, 2021 09:35 Asia/Tehran
  •  Balafirên cengê yên Amerîkayê baregehên Talîbanê li Efxanistan bombebaran kirin

Bi biryara Serokomarê Amerîkayê Joe Biden, balafirên cengê yên Amerîkayê ji cureya B-52 û Lockheed C-130 baregehên Koma Talîbanê li Efxanistanê bombebaran dikin.

Berdevkê Wezareta Berevaniyê ya Efxanistanê piştrast kir, balafirên Amerîkî hejmarek ji baregehên Talîbanê li bajarê Şibirxanê navenda wîlayeta Cozcanê bombebaran kirine û ziyanên mezin gihandine wan.

Ev daxuyanî piştî wê yekê hat ku rojnama “Times” ji hin jêderên ji Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê veguhastiye ku bi fermana Joe Biden, hêzên asmanî yên Amerîkî baregehên Talîbanê li bakurê Efxanistanê hatine bombebarankirin.

Jêderan ji wê rojnamê re diyar kiriye, balafirên Amerîkî ji baregeha Edîd a li Qeterê ji bo lêdana Talîbanê li Efxanistanê difirin.

Jêderên hanê herwiha diyar kir, şandina wan balafiran ji bo lêdana baregehên Talîbanê li derdora bajarên Qendehar, Herat, Leşkerka navenda wîlayeta Helmend, ji bo ew bajar nekevin destê çekdarên Talîbanê.

Ev yek di demekê de ye, di çend rojên borî de hêzên Talîbanê bajarên Zirinc û Şibirxanê navendên wîlayetên Nîmroz û Cozcanê kontrol kiribûn.

Serepeyv