Li Amerîkayê minibûsa koçberan li stûneke elektrîkê da û 10 kes mirin
Tebax 06, 2021 10:44 Asia/Tehran
Li eyaleta Teksas a Amerîkayê duh minibûsa ku koçber têde bûn ji ber lêketina li stûneke elektrîkê 10 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Rayedarên amerîkî ragehand, bûyer li 80 kîlometriya dûrî bajarê McAllen a ser bi eyaleta Teksasê pêkhatiye.
Yek ji berpirsên ewlehiya Civakî yê Teksasê Nathan Brandley ragehand, minibûsa ku pêwîst e 15 kes lê siwar bibin, ji ber gelek zêdetirî wê rêwî lê siwarbûne, ajokar nekariye kontrola wesayîtê bike û li stûneke elektrîkê daye û piştre jî li lambeyên trafîkê daye.
Brandley ragehand, di bûyerê de 10 kesan jiyana xwe ji dest dane û 20 kesên din ên ku birîndar bûne rewşa wan girane.