Tebax 02, 2021 20:31 Asia/Tehran
  • Serokomarê Efxanistanê: Vekişîna Amerîka bûye sedema dagirkirina welat ji aliye Talîbanê

Serokomarê Efganistanê Eşref Xenî, Amerîka sebebkarê şerxwaziyên Koma Talîbanê û dagirbûna gelek ji deverên Efganistanê bi destê vê komê da zanîn.

Serokkomarê Eşref Xenî di dema gotarekê de ji parlementê re aşkere kir wan planeke 6 mehî amade kiriye ji bo şikestina Talîbanê û Amerîka jî palpiştiya planê dikin.

Herwuha Eşref Xenî amaje bi wê yekê jî kiriye, hêzên efxan niha ezmûna şer peyda kirine û niha ew rûberûyî Talîbanê bûne.

Serokomarê Efxanistanê vekişîna Amerîkayê û hêzên navdewletî weke handana Talîbanê û dagîrkirina xaka wî welatî destnîşan kiriye.

Di berdewamiyê de jî Eşref Xenî da zanîn ku wan ji berpirsên Amerîkayê re aşkere kiriye vekişîna hêzên wan wê bibe sedema karesatê li Efxanistanê.

Piştî vekişîna hêzên Amerîkayê û NATOyê ji Efxanistanê, Talîbanê êrîşên xwe zêdetir kirin û di destpêka meha Tîrmehê de jî Talîbanê ragihandibû ku %85ê xaka Efxanistanê ketiye bin kontrola wan.

Ligor rêkeftina Amerkîayê û Talîbanê hêzên Amerîkayê wê di destpêka meha Îlonê de ji Efxanistanê vekişiyana lêbelê, Amerîkayê bi lezî tevgeriya û gelek hêzên xwe ji Amerîkayê vekişandine.

Talîban tevgereke tûnderew a çekdarî ya Efxanistanê ye. Di sala 1996an de Efxanistan kontrol kir û di sala 2001ê de bi êrîşên Amerîka û welatên endamên NATOyê rejima Talîbanê hat rûxandin.

Serepeyv