Tebax 02, 2021 11:04 Asia/Tehran
  • Li Efganîstanê ji ber rabûna lehiyê 60 kesan jiyana xwe ji dest dan

Li parêzgeha Nûristan a li rojhilatê Afganîstanê û nêzîk sînorê Pakistanê ji ber karesata lehiyê hejmara kesên ku jiyana xwe ji dest dane geheşt 60 kesan.

Parêzgerê Nuristanê Hafiz Ebdul Qeyum ji çapemeniyê re ragehand, li navçeya Kamdiş a Nûristanê roja 29.07.2021ê barîna baranên zêde bû sedemê lehiyan. Herwaha di wan lehiyan de jî hejmara kesên ku jiyana xwe ji dest dane geheşt 60 kesan. Ji aliyê din ve jî zêdetirî 150 kesan jî li ber lehiyê çûne û heta naha ti agahiyek ji wan nayê girtin.

Qeyum ragehand, xebatên lêgerîn û rizgarkirinê berdewam dikin.

Rêveberiya tekoşîna li hember karesat û amadekariyan a Efganîstanê jî ragehand, zêdetirî 150 mal û 2 pir ji ber lehiyê ziyan geheştiye wan û xerabûne.

Daxuyaniyê de hat gotin, ji ber ku herêm di bin kontrolê de ye alîkarî gehandina mexdûran zehmet e.

Serepeyv