Tîrmeh 29, 2021 23:40 Asia/Tehran
  • Berteka hukumeta Efganistanê li hember serdana şandeya Talîban bo Çînê

Wezareta Karûbarên Derve ya Efganistanê bertek nîşanî serdana şandeya Koma Talîban a Çînê da.

Li gorî IRNA, Wezareta Karên Derve ya Efganistanê roja Çarşemê daxuyaniyek derbarê seredana şandeya Talîban bo Çînê weşand û got ku Pekînê di derbarê serdana şandê de hikûmeta Efganistanê agahdar kir.

Wezareta karên derve ya Çînê di beyanameyekê da got ku mebesta hukumeta Çînê ji vexwendina şanda Talîban bo seredana Pekînê ji bo derbirîna fikarên Çînê derbarê rewşa ewlehiya Efganistanê, hebûna terorîstên bîyanî li rex Talîban û piştevanîya Pekînê ji danûstandinên aştî û siyasî ye.

Li gorî raporê, di dema hevdîtina digel şandek Talîban de, karbidestên Çînî dilgiraniya xwe ji êrişên vê dawiyê yên Talîban li Efganistanê anîn ziman, yên ku piranî bûne sedema kuştina xelkê û koçberkirina bi deh hezaran kesên din û ji Taliban xwestin ku çareseriyekê bibînin.

Serepeyv