Tîrmeh 29, 2021 23:26 Asia/Tehran
  •  Şandeyek ji Talîban serdana Çînê kir

Şandeyek ji koma Talîban li ser vexwenameyeke fermî, berê xwe da Çînê.

Li gorî ajansa Reuters, tevgera Talîban roja Çarşemê diyar kir ku şandeyek ji tevgerê ku ji 9 endaman pêk tê, serdana Çînê kirin û bi wezîrê karên derve re civiyan da ku dan û standinên der barê aşîtî û dozên ewlehiyê de nîqaş bikin.

Berdevkê Tevgera Talîban Mihemed Neîm li ser hesabê twitterê got:" Siyaset, aborî û dozên girêdayî ewlehiya her du dewletan, rewşa heyî li Efganistanê û xebata aşîtiyê di civînan de hate nîqaşkirin."

Neîm anî ziman ku tevger bi nûnerê Çînê yê taybet ji bo Efganistanê re civiya.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Çînê diyar kir ku diplomatîkê Çînê yê mezin Wang Bì bi nûnerên Talîban re li bajarê Tiynjin a bakurê Çînê de re civiya.

Serepeyv