Tîrmeh 27, 2021 15:59 Asia/Tehran
  • Li cîhanê hejmara pêketiyên vîrusa korona nêzîkî 195 milyon kesan bû

Hejmara pêketîyên vîrusa korona nêzî 195 mîlyonî dibe. Agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê diyar dikin ku li seranserê cîhanê 194 milyon û 729 hezar û 113 kes bi vîrusa korona ketine.

Vîrusa korona herî zêde li Amerîka hatiye dîtin ku li wî welatî hejmara pêketîyan nêzî 35 mîlyonan e. Li dû Amerîka zêdetir ji 31 mîlyon pêketîyan Hîndistan, li dû wê jî bi nêzî 20 mîlyon pêketîyan Brezîlya tê.

Jiber vîrusa korona li temamê cîhanê 4 milyon û 167 hezar û 758 kesan canên xwe ji dest dane. Amerîka bi 610 hezar û 952 mirinên ji vîrusa korona li cîhanê di rêza pêşîn de ye û li dû wê bi 550 hezar û 502 mirinan Brezîlya heye.

Ew vîrus di dawîya sala 2019’an re cara pêşîn li Wuhanê ya Hubei ya Çînê hatibû dîtin. Agahîyên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku li Çînê 104 hezar û 713 kes bi vîrusa korona ketine û 4 hezar û 848 kes bi wê mirine.

Serepeyv